
Meken men’î ’aşiqan, ’îşq karî dijware
Herkes ’îşqî le dil bê, bêsebir û bêqerare
Dayme leber hîcranê, rengizerd û lêw bebare
Le ’îşqêda sûtawim, xemim le çwar kenare
Mizgênî bê le yaran, ax delên ewro behare
Gelê derdan ser lêdan, satêk nagirim qerarê
Şew û rojê nasebirim, leber xemî deyarê
Dilê min çend mehzûne, esrînim dêne xwarê
Meger bewey sakîn bê, ax be rengî debeharê
Beharim çende xoşe, mizgênî bê hat behar
Hatin teyrî derengîn, cûtbecût bûn be qetar
Kewtin le dem derawan, lewanim dît set hezar
Ew beharey wa rengîn, lêm buwe be bazar û şar
Xemî le dilî min zorin, ba biçin degel zistanê
Hewrî dereş dexroşin, degirin berî asmanê
Leber gurey şemalî û le rêjney debaranê
Kwêstan mawin detemê, hewel mangî nîsanê
Rebbî xuda şadman key, ax be dû çawî decwanê
Hewrî dereş tarî kird, damênî kosaran
Lew beharey sewzepoş, le şikofey dedaran
Be zerd û sûr xemlîwin, gulan le çwar kenaran
Wenewşem zor ze’îf dîn, ax le dem co û cobaran
Sef be sef çûn decûle be’zêkim ew gule dedîne
Le sosnî desawa rengiqrimz û beybûne
Ba bêyn gulan bibînîn herçî dilî mehzûne
Gulanî ew dinyaye wefayan bo kes nîne
Le nîşaney beharê, hewrî dereş dexroşin
Le kwêstanî de’ezîm, gulan zerbafit depoşin
Her wekû sehray çînê, cumle mîskifroşin
Le şadî debeharê, çend le zewq û le coşin
Behar hate ser textim gul hatin le nakawan
Terhî gulan zorim dîn, le sosney desawan
Mujde berne bulbulan, ’aşiqêkî dilsûtawe
Ew dinyayey bêwefa, wefay bo kes nemawe
Nesîmî beharî hat, şadî kewte nêw lawan
Teyrî dezorim dedîn, kewtin le dem şetawan
Firmêskim hatne xwarê, xwênawim dê le çawan
Leber seday şalûrê, awrim berbuwe henawan