Dilim wek hakmî me’zûle, qurban!
Xelatî weslî toy menzûre emşew
Dilîş mayl be dîdey toye, boye
Le min wehşîw remîdew dûre emşew
Ke toy şay keç kulahî dîde mestan,
Çi bakim qeyserû fexfûre emşew?!
Le xew helsawe, ya aloze çawit?
Hemîşe waye, ya mexmûre, emşew?
Suruşkim neqşî çawî to dekêşê
Cêgem ser darekey mensure emşew
Musulmanan depirsin halî nalî
Le kuncî bêkesî mehcûre emşew
Honrawe: nalî