Nasir Rezazî

Lêm Zîz Buwe

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
285
Lêm zîz buwe bêwefa sîngî to baxî basefa
Zorim kêşa cewrû cefa lêm zîze lêm zîze çawciwanim
Gewherî yekdaneye dem qendû rû mahî tabanim

Gyanekem ey cwanekem ruhmê be dile dêwanekem
Tekê bide dîwexanekem lêm zîze lêm zîze çawciwanim
Gewherî yekdaneye dem qendû rû mahî tabanim

Yarî nazenînî min toxwa were ser dînî min
Melhemî sed birînî min lêm zîze lêm zîze çawciwanim
Gewherî yekdaneye dem qendû rû mahî tabanim