Nemirdim min eger em care bê toNeçim şerit bê heta ew xware bê toDerûnim xalîye wek ney enalêHewarêkî çi pir haware bê toBînayîm kwêre helnayê be rûy kesMujem yek yek elêy bizmare bê toQesem bew şerbetî dîdarî pakitŞerabim ’eynî jehrî mare bê toLe kin to xarû xes gulzare bê minLe kin min xermenî gul xare bê toLe kin min ba wicûdî nasû ecnasKesî têda nîye em şare bê toHeta tom aşna bûy aşnam bûnEmêsta mû be mûm exyare bê toHemû rojê le taw seyranî emsalTemennay mirdinî pêrare bê toLe hesret serwî qeddit çawî nalîDû coge belkû dû rûbare bê to