Nemirdim min eger em care bê to
Neçim şerte heta em xware bê to
Bînayîm kwêre helnayê be rûy kes
Mujem yek yek delêy bizmare bê to
Le kin to xarû xes gulzare bê min
Le lay min xermenî gul xare bê to
Le lay min ba wicûdî nasû ecnas
Kesîkey tya nîye em şare bê to
Le hesret serwî qeddit çawî nalî
Dû coge belkû dû rûbare bê to