Xelîl Sedîqî

Hermê

Bi dengê: Xelîl Sedîqî
Diyalekt: Soranî
453
Hatûm le lay germênê be biro yarim demdiwênê
Şêxî germênû kwêstan xwaye le minit nestênê
Hermê ey wey hermê sîngolet baxî wirmê
Cût şemamey ser sîngit nawêrim destyan bermê
Ey xelkim lê dyarin boye lêt dekem şermê

Hatuwe le lay wirmêye barim qoxû hermêye
Hermêyekey xomanew ey qoxekey bo kêye
Hermê ey wey hermê sîngolet baxî wirmê
Cût şemamey ser sîngit nawêrim destyan bermê
Erê xelkim lê dyarin boye lêt dekem şermê

Çende nexoşim derdim girane
Maçî lêweket bo min dermane
Maçî ew lêwet bo min dermane de were were
Herdem degewzim leber birînim
Ey derdim derman ke nalan, xwênînim de were were
Kîjê menale rohû henawim
Ey tik tik merêje firmêskî çawim de were were