Mihemed Mamlê

Hermê Wey Wey Hermê

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
328
’emrû çawekem zara zêrî hejde ’eyare
Gelî dostû biraderan tegbîr biken lem kare
Babî zîndanî kirduwe dewrey sîmî xardare
Nawêrim biçme jwanê postû qerawil dyare
Hermê wey wey hermê deçim hermêt bo dênim
Le taranû tewrêzan kirasî kirêmit bo dênim
Be xiwayş yan be zorî dêm le babit destênim

Xase kewêy cozerdan naxoşe dest lêk berdan
Qetit rastî pê nekutim her diro bûw tefredan
Eger qewlim dedeyey berastî were meydan
Dena bew lehnetey bî ke xuda kirdî le şeytan
Hermê wey wey hermê sîngolet baxî wirmê
Leser sîngit dû sêwin nawêrim destyan bermê
Pêm ’eybew pêm îrade le babit dekem şermê

Rawesta leser bîrê leber desmal herîrê
Çendî xom mecbûr dekird destim bo helnagîrê
Hermê wey wey hermê deçim hermêt bo dênim
Le taranû tewrêzan kirasî kirêmit bo dênim
Be xiwayş yan be zorî dêm le babit destênim

Toxuda dilim meşkêne tawêk were baweşim
Bejnê barîk lêm zîze deçkê firmêskî geşim
Le dinya xoşîm nedî bedbextû çarereşim
Hermê wey wey hermê sîngolet baxî wirmê
Leser sîngit dû sêwin nawêrim destyan bermê
Pêm ’eybew pêm îrade le babit dekem şermê

Silaw le bejnê barîk bînayî herdû çawim
Xo min be destî yarê dîlû esîr kirawim
Xuda boxoy dezanê de ’îşqitda fewtawim
Hermê wey wey hermê deçim hermêt bo dênim
Le taranû tewrêzan kirasî kirêmit bo dênim
Be xiwayş yan be zorî dêm le babit destênim