Mîkaîl Mehabadî

Gewherê û Meqamî Şîrîn Behare

Bi dengê: Mîkaîl Mehabadî
Diyalekt: Soranî
310
Goranî
Wekû kwêstanî bêstûn dayme serim beteme
Te’icb le yar demênim xanim derheq min meylî keme
Yarim îcazem bida çawim maç kem ew lêwû deme
Gewher gewher gewherê
Gewherê gyana gewherê
Sînet hewzî kewserê
Xoştir le awî zemzem xanim hecacî deçne serê
Daway maçêkim lê kird çibkem wext bû abrûm berê

Xo min kwêstanî lend nîm bênim kargû rêswasan
Hîç min îzgey radwê nîm xanim dam dênin bo qisew basan
Gewher gewher gewherê
Gewherê gyana gewherê
Sînet hewzî kewserê
Xoştir le awî zemzem xanim hecacî deçne serê
Daway maçêkim lê kird mirdim wext bû abrûm berê

Meqam
Leber çawî bed le tirsî bedkar
Dil xom ekeme gorî yadgar
Be firmêskî wîşk be naley bêdeng
Dênme lerzîn textî kirdegar

Şîrîn behare behar beharî şadan
Bêbehren le jîn gel namradan
Cêjnû beharû seyranû xoşîy
Giştî pîroz bêt gerdin azadan

Jyan be latî, bê destelatî
Hîç firoy nebê set mergesatî
Mirov be dîlî bijî xoşe ya bimrê bo xoyû berzî wilatî
Şîrîn dezanim ke toş zamdarî
Wek min ’ewdalî xunçey beharî
Hîway to yeke hîway min hezar
Min bêzar nebim to bo bêzarî

Goranî
Şilû milû lebarin nazkin gwê be gwaren
Şedew gêlgêle larin desmal pûleke darin
Şedew gêlgêle darin nazkin gwê be gwaren
Gewher gewher gewherê
Gewherê gyana gewherê
Sînet hewzî kewserê
Xoştir le awî zemzem xanim hecacî deçne serê
Daway maçêkim lê kird mirdim wext bû abrûm berê