Nasir Rezazî

Berhelbêne

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
336
Sa’et le heştû hewt dîmû çawim pêkewt
Girtim be zulfîmda kird ’etrî heftadû hewt
Girtim dû maçim lêy send daykî zanî rêm kewt
Erê lêyde berhelbêne
Berhelbêney xam helawe her deroyû dekirawe
Gelêkîş memnûnim bû be dû maç bom girê dawe
Erê lêyde berhelbêne

Qet nebû bilêy danîşîn tozê keyn raw tegbîr
Sed le’net lew kese bê dest le balat neka gîr
Ca çî bû malê babim eto cehêlû emin pîr
Erê lêyde berhelbêne
Berhelbêney xam helawe her deroyû dekirawe
Gelêkîş memnûnim bû be dû maç bom girê dawe
Erê lêyde berhelbêne

Ke to rehimit nemawe dil desûtê wek qawe
Kafrî bê dînû îman bo eminit wa danawe
Çen salan yarî xom bûy royî netkird malawa
Erê lêyde berhelbêne
Berhelbêney xam helawe her deroyû dekirawe
Gelêkîş memnûnim bû be dû maç bom girê dawe
Erê lêyde berhelbêne