Ke şaney da le zulfî tarû marî
Le her tayêkî barê nafe barî
Be daw her tare bo min bote tarê
Le pêm alawe zulfî tarû marî
Meger to bûy be giryem hatye xende
Ke gul pişkût be dem hewrî beharî
Were ser her dû çawim ta bizanin
Kewa şîrîne serwî coybarî
Be berda zulfî berdawe ke tata
Şewî gêra be roj baxî henarî
Leber awrî derûnim dadegryêm
Be berq engûtwe hewrî beharî
Be carê bimkuje xwênim birêje
Xelasim ke le derdî întîzarî
Biroy têkna be rûda areqî rêt
Le mahî qewstida şebnem debarî
Ke şaney da le zulfî tarû marî
Le her tayêkî barê nafe barî
Be daw her tare bo min bote tarê
Le pêm alawe zulfî tarû marî