Mihemed Mamlê

Berhelbêne 3

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
282
Berhelbêney xam helawe her deroyû dekirawe
Gelêkî memnûnim bû be dû maç bom girê dawe
Dena lêyde berhelbêne

Deçme serî sultanî şemûyê nayêmewe
Dest le kêlan werdênim çil daney degirmewe
Bextî xomû lêw’alê be taqî dekemewe
Dena lêyde berhelbêne
Berhelbênew berhelbêne berhelbênekey tunde
Sebaret be çawciwanê awedan bê ew gunde
Dina lêyde berhelbêne

Dwênê dîm le rêy kanî destim bird bo memkanî
Pêm gut ’aşiqî balatim bo be derdim nazanî
Fermûy emnîş be dilî tom çun ’aşqû malwêranî
Dena lêyde berhelbêne

Berhelbêney xam helawe her deroyû dekirawe
Gelêkî memnûnim bû be dû maç bom girê dawe
Dena lêyde berhelbêne

Toxda dilim meşkêne tawêk were baweşim
Bejnê barîk lêm zîze deçkê firmêskî geşim
Le dinya xoşîm nedî bedbextû çarereşim
Dena lêyde berhelbêne

Berhelbênew berhelbêne berhelbênekey tunde
Sebaret be çawciwanê awedan bê ew gunde
Dina lêyde berhelbêne