Tahîr Tofîq

Hey Nar Hey Nar

Bi dengê: Tahîr Tofîq
Diyalekt: Soranî
544
Meqam
Qelbî min çeşnî lale bêtû newtî tê biken
Agir î dujmin bête gyanim wek çira min pê biken
Şeqşeqî ken goştû êsqan yek be yek xwêy tê biken
Bê tirs min dême meydan hukme azadîm dewê
Ger nesûtêmû nexnikêm çon hejarim serkewê
Neçme naw cergî hejarû şanbeşanî wek bira
Rohû laşem îş neka bo mîlletêkî heq xura
Bew şewî pir tirsû tarîk min nesûtêm wek çira
Komelî damay hejaran çon debînin biçne pêş
Lêm gerên min ba bisûtêm bibme xakû xolemêş
Bibme xakû xolemêş ba ta hejarim pê biga
Ba bisûtêm belke gencû lawekanim tê biga
Bête meydan xwên birêjê ta heqî xoy pê biga
Ta bizanê xerqî xwêne kê heqî wî xwarduwe
Ba lebo heq xwên birêjê derçê dujmin ta zuwe
Samî qurbane gelit be qet mejî bew zîllete
Herkesê bimrê le rêgay nîştimanû mîllete
Namrê hergîz demênê çunke xawen xîrete
Xot be qurbanî gelit ke ferze qurbanî lebo
Nîştimanî hurû serbest umetêkî serbexo

Goranî
Hey nar hey nar bawanim yar hatû royî be lencew lar

Meqam
Gerçî tûşî renicberîw hesretû derdim emin
Nabezim lem çerxe siple her delêm merdim emin

Goranî
Qurbanit bim ey bay şewê
Xew bê le çawim nakewê
Dil mecnûne leylay dewê
Hey nar hey nar bawanim yar
Hat bexêr bê be lencew lar
Hey nar hey nar bawanim yar
Hatû royî be lencew lar

Meqam
Ger le birsana leber bê bergî wişkû req helêm
Nokerî bêgane nakem ta leser ’erdim emin
’aşiqî çawî kejalû gerdinî pir xal nîm
’aşiqî kêwû telarû berdenû berdim emin

Goranî
Zulifit barî berdanewe
Be bay îşwe dexulanewe
Kone birînim dekulanewe
Hey nar hey nar bawanim yar
Hatû royî be lencew lar