Emin demgut le dinya ta bimênim
Leber kes esteme ser danwênim
Keçî êsta le dawî biskî toda
Giriftarim gulim mû napsênim
Jyanim pir le rencew namradî
Be helkewtîş nehatim tûşî şadî
Dilim hênd tenge her cêy to debêw bes
Etoş mehkûmî hepsî înfîradî
Qerar bû bêy legel xot şadî bênî
Nehatî, gerçî pêt dabûm belênî
Le naw kurda nebû peyman şikandin
Le kê fêr bûy gulim peyman şikênî?
Egerçî royî qet naçî le yadim
Dekem yadit, beyadî towe şadim
Ke barget bo hewar têk na ’ezîzim
Şika estûndekî tawlî miradim
Şewane hawinşînî camî badem
Be bade ba pejarew xem be ba dem
Ke destî rojgar bay da serî min
Serî şûşey şerab wa çake badem