Hesen Zîrek

Kîjan Deçne Mêrgulan 5

Bi dengê: Hesen Zîrek
Diyalekt: Soranî
254
Kîjan deçne mêrgolan wela mêrgîne têkra deçnin kenêrê
Areq lew hanyey detkê tik tik dêne xwar ter deken xalî mêrê
Ewe yarim hatewe be’am bilên xwaye yareb bexêrê
Çawî xumar û nêrgîz
Yarekey be nerim û be hêdî sûkelê palêkim wêde
Ya hîçî min û hîçî to biro dest le berokim berde

Kîjan deçne mêrgolan ewey mêrgîne têkra deçnin bîzaye
Areq le hanyey detkê tik tik dêne xwar ter bûn xalî leylaye
Lewete ew jinem dîwe wela boy mirdûm qet kesim webîr naye
Çawî xumar û nêrgîz boçî naye bîbînim
Pir bedil temaşay kem min derbiçê gyanî şîrînim
Kîjan deçne mêrgolan wela mêrgîne têkra deçnin helalan
Areq lew hanyey detkê tik tik dêne xwar ter deken wirdexalan
Kîjê bêne maçit kem car car ratmûsim webal bestoy delalan
Çawî xumar û nêrgîz boçî naye bîbînim
Pir bedil temaşay kem min derbiçê gyanî şîrînim
Ey wey yarebî mergit nebînim