Êhsan Zîrek

Kîjan Deçne Mêrgulan

Bi dengê: Êhsan Zîrek
Diyalekt: Soranî
290
Kîjan deçne mêrgolan wey wey mêrgîne têkra dênewe bo kanî
Leber xatrî yarî xom be dînû be wîjdan awedan bê sileymanî
Çawî xumarû nêrgîz boçî naye bîbînim
Pir be dil temaşay bikem derbiçî gyanî şîrînim
Ewa yarebî mergit nebînim

Kîjan deçne mêrgolan wey wey mêrgîne têkra deçnin bîzaye
Areq lew hanyey detkê tik tik dêne xwar ter bûn xalî leylaye
Lewete ew kiçem dîwe gyane min kesim webîr naye
Çawî xumarû nêrgîz boçî naye bîbînim
Pir be dil temaşay bikem derbiçê gyanî şîrînim
Ewa yarebî mergit nebînim

Çawekem çawit helêne surmey çawim etoy
Tawsî baxî beheştî yan be ’emden wa deroy
’alemim girtuwe be şayet kolekey dînim etoy
’aşqû me’şuq çilon waye demkujî xwênim dexoy

Kîjan deçne mêrgolan wey wey mêrgîne têkra deçnin kenêrê
Leber yarî xom be dînû be wîjdan emin hatme hewlêrê
’aşiqî balaberzê bûm gyane têkra ba bilên be xêrê
Çawî xumarû nêrgîz boçî naye bîbînim
Pir be dil temaşay bikem derbiçê gyanî şîrînim
Ewa yarebî mergit nebînim