Tahîr Xelîlî

Kîjan Deçne Mêrgulan

Bi dengê: Tahîr Xelîlî
Diyalekt: Soranî
311
Kîjan deçne mêrgulan dey dey mêrgînan le xusan deçnin helalan
Delêm bêne ratmosim dey dey maçit kem webal bestoy delalan
Kîjekey nermû hêdî dey biro destim lê berde
Ya hîçî minû hîçî to dey were şebalim lêde

Kîjan deçne mêrgulê be ’am dênewe dên bo şarî sileymanî
Kîjan deçne mêrgulê be ’am dênewe deçne şarî sileymanî
Hesen zîrek lêre bwaye wey qedrî bokan dezanî
Be qurbanî toy dekem şeş dangî mukiryanî

Ey weten ta hey lebîrim şerte rêgat win nekem
Naxelef bim ger duşminit tûşî derdîser nekem
Ger lew awe cwaney wilat qetreyêkim des kewê
Şerte meylî awî cwanû zimzmû kewser nekem

Rolekanit şêrî xezawîn le handî dujminit
Çon min gyan fîday roley pêşmergey kurd nekem
Daykî weten boçî xemgînî lawekanit zînduwe
Lawî kurdî soranû cafû goranû barzanit wek şêr le lane nûstuwe
Şerte ta rojî mehşer wek kurêkî bawefa qoçî ew şaxe sefer bim takû rohim zînduwe
Şerte wek kawey dilêr alaw perçemû çerimit berz ragirim daye gyan
Daye gyan ey daykî weten
Şerte wek kawey asnigir alaw perçemû çerimit berz ragirim
Netirsim le marî zuhak ger mêşkim tya çuwe