Sîrus Îmamî

Xwezew Bizanî Çenê Dilgîrim

Bi dengê: Sîrus Îmamî
Diyalekt: Kelhurî
195
Xwezew bizanî çenê dilgîrim
Qefesê ’işqid le tî esîrim
Çene îlam xem le dil dîrim
Xwezew bizanî çenê dilgîrim
Çene bîstiẅin xem le dil dîrim
Xwezew bizanî gyan çenê dilgîrim

Şewan ta we rûj to hayde hiẅirim
To şadê şadî minîş her gîrim
Çewerî mergû le ziney sîrim
Xwezew bizanî yaran çenê dilgîrim

Le darê dinya m her to dîrim
Carê cwanim to kirdî pîrim
Minim kenîzit ax tonî emîrim
Xwezew bizanî çenê dilgîrim

Fire nizîkî welê lîd diẅirim
To kyenî awî minîş kewîrim
Twam tamit kem ax welê nyewîrim
Xwezew bizanî çenê dilgîrim