Xezan wa hat û hênay gelarêzanî rengîn
Hewalî xem dehênî be ahengêkî xemgîn
Payîz payîz ey payîz wa hat xezan ey yaran
Gelarêzanî hêna nemawe bezmî caran
Dilim baxî gulan bû beharim bê xezan bû
Qelay jîn û jyanim be naley dil wêran bû
Payîz gela derjênî cergim le rîşe dênê
Hemû rojê êwaran leser berd û çinaran
Weyşûmey bayeqoş dê elê wa roy beharan
Payîz payîz ey payîz wa hat xezaney yaran
Gelarêzanî hêna nemawe bezmî caran
Nemawe xoşî caran