Îbrahîm Fetahî

Miryemê Çende Cwanî

Bi dengê: Îbrahîm Fetahî
Diyalekt: Soranî
347
Derdî kesim nedîwe wek î min karîger bê
Yarî kesim nedîwe awend goşe cîger bê
Destê lew memkî dedem zû bizanim basî ser bê
Ew kiçey debemû derom pênsed qerzim leser bê
Miryemê çende cwanî çend benazû ’înwanî
Loy piştiwênekey şil bû loyê kewte ser ranî
Le rêy awê tûşî bûm şanêkim da le şanî
Kesû karim qet nawê pakî bê be qurbanî
Her delêy pabêdeye dêtewe leser kanî

Ew demey xemim zore xem hazre leser çawim
Bom bangî dukturî ken demirim be hastem mawim
Cwanî wekû tom nedî hefta mîllet gerawim

Bew xudayey ’alemyane ew dilem boy sergerdane
Barîkey neşmîlane tîrî ser de kewane
Ey wey destim le milî ke cergî kirdime nîşane
Le rêy awê tûşî bûm be hastem gozey dana
Têy halam mişteryane maçim kird ew kulmane
Miryemê çende cwanî çend benazû ’înwanî
Loy piştiwênekey şil bû loyê kewte ser ranî
Be qur’an bo min çakî feqîrû bestezmanî
Le rêy awê tûşî bûm şanêkim da le şanî
Her delêy pabêdeyew dêtewe leser kanî

Hewrî gewal gewale hey lew bextew lew bela
Emin mindalî dwênêm ew be min delê xale
Miryemê çende cwanî çend benazû ’înwanî
Loy piştiwênekey şil bû loyê kewte ser ranî
Be qur’an xoşim dewê feqîrû bestezmanî

Bo nayey necatit dem le çing ew bole bole
Sûtawim bûm be rijye bew singe nermû nole
Wexte şêtû wehşî bim bew memke xirû xole
Ew kiçey debemû derom kêm bo deden le tole

Leber ew çawey demirim leser yekî dadenê
Şil debestê piştênê heqye heqye zîz bê nemdiwênê
Bêne sed swêndî bo bixom emro cwantire le dwênê
Bêne sed swêndit bo bixom emro cwantire le dwênê
Miryemê çende cwanî çend benazû ’înwanî
Loy piştênekey şil bû loyê kewte ser ranî
Her delêy pabêdeyew dêtewe leser kanî