Elî Zendî

Ey Balndey Êsk Sûk

Bi dengê: Elî Zendî
Diyalekt: Soranî
281
Ey balindey êsk sûk
Bulbulî denûk biçûk
Baxçe be baxçe efrî
Wiçanêkî lê egrî
Hêzû twanay lê birîwim jyanî nalebarim
Nawêrim tawê bijîm le ber zimanî bedkarim

Minîş lay xom hemîşe
Şê’irim kirduwe be pîşe
Kam beste kam goranî
Sîhrî rûte, eyzanî?
Hêzû twanay lê birîwim çerxî konî zemane
Nazanim le kwê bijîm boye dilekem weylane

Minîş derûnim şad bê
Milim le bend azad bê
’umirim yekser behar bê
’umirim yekser behar bê
Hêzû twanay lê birîwim kirdewey rojgarim
Dilsozî sûtandimî boye le xom bêzarim

Minîş ey melî pîroz
Be yek çirîkey pir le soz
Bestey wat bo exwênim
Ke cwan cwan bilerzênim
Hêzû twanay lê birîwim jyanî nalebarim
Nawêrim tawê bijîm le ber zimanî bedkarim
Ey balindey êsk sûk
Bulbulî denûk biçûk
Baxçe be baxçe efrî
Wiçanêkî lê egrî
Hêzû twanay lê birîwim kirdewey rojgarim
Dilsozî sûtandimî boye le xom bêzarim
Sipas bo Hawar