Xesrew Mamlê

Şemal Were

Bi dengê: Xesrew Mamlê
Diyalekt: Soranî
213
Sersewzû borçîn nîştûn le çoman
Yarêkim heye cîranî xoman
Ey xak beserim torawe lêman
Ey were şemal were
Derdî dilekem bo yar bere
Le derdî dilekem yar bêxebere

To dûrû min dûr lêk dûr bûynewe
Kîjan bo mendok lêk xir bûnewe
Ewan pêkewen ême maynewe
Çêştim emro jehrî marû yarî şîrînim nehat
Zamî konem hate janû merhemî birînim nehat

Xem serî lêdamû yarim qet serêkî lê nedam
’eqlû hoşim royî be xaretgerî dînim nehat

Bîstûme maltan deçin bo kwêstan
Çon bê to bijîm cwanî kurdistan
Xo min nazanim çon bigem pêtan

Were şemal were
Xemê were şemal were
Derdî dilekem bo yar bere
Le derdî dilekem yar bêxebere