Resul Nadirî Îbrahîm Qadrî

Xanmolê

Bi dengê: Resul Nadirî û Îbrahîm Qadrî
Diyalekt: Soranî
364
Erê kirasî zerdî leberdaye
Kirasî zerdî leberdaye
Ey cîranî baba mîrzaye
Dena bo lêm nakey merhebaye
Bo lêm nakey merhebaye

Erê *??? delêy pore
Gwarey zêrî be gwêy şore
Merdî xuda be dil megore
Merdî xuda be dil megore

Ay xanim xanim xanmeke
Derkî derwazem lê weke
Be qisey xelkim degel meke
Birîndarim dermanim ke

Ey şerabî destî fatme
Bom bike le şûşe yan *???
Jehrî mar bê deyxom wek aw
Zehrî mar bê deyxom wek aw

Kirasî zerdî leberdaye
Ey cîranî baba mîrzaye
Bo lêm nakey merhebaye
Bo lêm nakey merhebaye

Kes nazanê bo bê rengim
Kes nazanê bo bê rengim
Gîrodey destî perengim
Ey becê mawe şoxû şengim
Becê mawe şoxû şengim

Erê wey xanim xanim xanmolê
Ey xanim xanim xanmolê
Le xirêt gemê yan le dolê
Erê têr maç kem nêwan memkolê
Boçî derwa becêm dêlê

Kes nazanê be kê delêm
’aşiqî şemamey baxelêm
Swêndyan dawim rastî nelêm
Swêndyan dawim rastî nelêm

Ey xanim xanim xanmeke
Qet leser peyjey ban meke
Be qisey xelkîm legel meke
Birîndarim dermanim ke

Erê wey şemal were yar nûstuwe
Şemal were yar nûstuwe
Zulfî perêşan kirduwe
Ey be çawan emnî kuştuwe
Be çawan emnî kuştuwe

Ay baxî gulanim pê bispêre
Xunçe be xunçe bîbjêre
Yekyan kem bê derom lêre
Yekyan kem bê derom lêre

Ay xanim xanim xanmane
Çende şîke mîhrebane
Legel yarî min cîrane
Legel yarî min cîrane

Erê wey xemî ’alem bo min çake
Xemî ’alem bo min çake
Yexey xom dedirim serpake
Çunke xanme delê kake
Çunke xanme delê kake

Ey xanim xanim xanmolê
Ey xanim xanim xanmolê
Le xirêt gemê yan le dolê
Têr maç kem nêwan memkolê