Çopî Fetah

Be Yadî Towe

Bi dengê: Çopî Fetah
Album: Binar
Diyalekt: Soranî
439
Be yadî towe çawim hel dênim
Be xeyalî to dejîm demênim
Le bîrî toda bê serû şwênim
Keçî natwanim bot bidirkênim
Be min bê her dem le ber çawim bî
Qed lêm danebrî wekû newm bî!
Keçî natwanim emet pê bilêm
Gerçî dezanim toş bê’agay, bê’agay lêm
Xoşewîstî to çote xwênmewe
’eşqit sêberew wa be şwênmewe
Bîr kirdinewey to dagîrî kirdûm
Toş pêm nazanî, bew daxewe mirdûm
Zor car witûme her bîte ser rêm
Çî le dilmaye hemût pê delêm
Keçî ke çawim be to kewtuwe
Her zû zimanim le go kewtuwe
Le her şwênê bim, bo her kwê birom
Be xeyalî xom şan be şanî tom
Keçî ke katê hoş xom dêmewe
Be xemî towe ser enêmewe
Be yadî towe çawim hel dênim
Be xeyalî to dejîm demênim
Le bîrî toda bê serû şwênim
Keçî natwanim bot bidirkênim
Be min bê her dem le ber çawim bî
Qed lêm danebrî wekû newm bî!
Keçî natwanim emet pê bilêm
Keçî dezanim toş bê’agay, bê’agay lêm