Zekerya Ebdula

Nemzanî

Bi dengê: Zekerya Ebdula
Album: To hatî
Diyalekt: Soranî
594
Nemzanî rojê dadê giyane to becêm dêlî
Sardî em wilate le naxî dilda dekêlî
Nakrê her rojê dil bigorî, çonit mebeste
Bîrit çû bêwefayî lay ême gelêk sexte
Tixwa bigerêwe bebê to dil sergerdane
Baxî hîwa û umrim bebê to herdem xezane

Çawanî to tenya rûnakî rêgam bû
Baweş û egrîcet pena û tekyegam bû
To lêre çît bînî? Wa becarê goray
Le eşq û ewînî Kurd be carê toray
Dêwane bûm min eger rojê bawerim pêt kird
Toş bûy be modêrn û piştit le minî şêt kird
Befrî sipî zistanî êre wa karî lêt kird
Pakî kirdewe wişey eşq û le diltî derkird
Tixwa bigerêwe bebê to dil sergerdane
Baxî hîwa û umrim bebê to herdem xezane

Min qet nabim be to, toş nabî be awat
Min bawerim pêt kird, toş bawerit dorand
Êsta wa dezanî hêşta hîç nebuwe
Dwênê eşqêkî pak, emro lebîrit kirduwe

Nemzanî rojêk dadê giyane to becêm dêlî
Sardî em wilate le naxî dilda dekêlî
Nakrê her rojê dil bigorî, çonit mebeste
Bîrt çû bêwefayî lay ême gelê sexte
Tixwa bigerêwe bebê to dil sergerdane
Baxî hîwa û umrim bebê to herdem xezane