Hesen Zîrek

Yadim Ke 3

Bi dengê: Hesen Zîrek
Album: Radyo Kirmaşan
Diyalekt: Soranî
298
Be yadim ke to yadim ke
Ey yadim ke to yadim ke
Herçêg carêk yadim dekey
Derdêk le min hasan dekey
Herçend carêk dekey yadim
Be xoşî to min dilşadim

’areqî destî esmer bê
Jehrî ejdîhay hewt ser bê
Deyxomewe qest leser bê
Axir yarim bo torawe
Deyxomewe qest leser bê
Çî buwe yarim rencawe

Qurbanit bim ey fatme
Memkit fîncaney gim gime
Min qawetî pêm lazme
Pêy bilên leser çî torawe
Min qawetî pêm lazme
Leber çî dilî şikawe

’areqî destî esmer naw
Jehrî ejdîha bêt tewaw
Dîxomewe wek şûşey gulaw
Pêy bilên yarim boç torawe
Deyxomewe wek şûşey gulaw
Leber çî le min rencawe

Saqî be xudaw be pêxember
Be mîhrabî çawî esmer
Kewtûme gêjî eskender
Pêy bilên boç le min rencawe
Kewtûme gêjî eskender
Leber çî dilî şikawe
Be yadim ke to yadim ke
Tuxda cwanê dilşadim ke
Herçend carêk dekey yadim
Be wîjdanim min dilşam
Herçend carêk yadim dekey
Derdêk le min hasan dekey