Mihemed Mamlê

Yadim Ke 2

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
260
Kuştûmit agat lêm nîye
Zîzbûnî to leser çîye
Xetay toye î min nîye
Leser çî ew gule torawe
Yadim ke to yadim ke
Be maçêkî dilşadim ke
Herçend carê to bikey yadim
Be xew detbînim dilşadim

Gulim be koçewar dekird
Yar rabird arezûm dekird
Be çawan hereşey dekird
Le ser çî ew dile torawe
Yadim ke to yadim ke
Be maçêkî dilşadim ke
Herçend carê to bikey yadim
Be xew detbînim dilşadim

Be ser qebirimda hat şemal
Bonî yarî hêna le mal
Webîr kewtewe wirde xal
Le ser çî ew dile torawe
Webîr kewtewe wirde xal
Le ser çî ew gule torawe
Yadim ke to yadim ke
Be maçêkî dilşadim ke
Herçend carê to bikey yadim
Be xew detbînim dilşadim