Şoriş Mehmûdî

Behar Hatewe

Bi dengê: Şoriş Mehmûdî
Diyalekt: Soranî
353
Kiz û kelela giyane wêrane malim
Kwa bo dilsozê giyana şew bête palim
Behar hatewe giyana behar hatewe
Dost û dezgîran dey dey aşt dekatewe

Bêne bo xatir giyana taqe biraket
Ewlam maç kirdûy ciwanê bêre emlaket
Behar hatewe giyana behar hatewe
Dost û dezgîran dey dey aşt dekatewe

Bêne ser dilim ciwanê pencey şimşalit
Bêne û bîmijim dû lêwî alit
Behar hatewe giyana behar hatewe
Dost û dezgîran dey dey aşt dekatewe

Bazirganekey giyane bê sermaye xom
Axir peşîman çibkem renc be zaye xom
Behar hatewe giyana behar hatewe
Dost û dezgîran dey dey aşt dekatewe

Detbînim şermê dekem natbînim tegbîr dekem
Ca le dwênêwe lêm zîze sofîme nezerê nakem
Ca eger hî xome nazik taze hez le kes nakem
Şertê biçme Zenbîlê tewbe û îstîxfarê bikem
Zêde le alemî dî qurbant bê rohekem
Beser erzîda mero fermû le baweşt kem
Ey nazar emrim nazar nazkoley nazenînim
Bew pencanet bimşêle ba sarêj bêt birînim
Hewt salan pêş to bimirm ya rebî mergit nebînim

Gwêt le min bê babekem bot delêm ge’di û bendan
Kelîmet bo cût dekem wek melay fatîhe rewan
Ew herfem balat nebê ca be şayetî hemûtan
Eger ew meyle kor kem wey be nehlet bim wek şeytan
Leser çawî bazî to pênc ferzey nwêjîm çuwan
Çon eger lêm dûr kewî wela demrim nasik giyan
Ey nazar emrim nazar nazkoley nazenînim
Bew pencanet bimşêle ba sarêj bêt birînim
Hewt salan pêş to bimirm ya rebî mergit nebînim