Ewel le daxt dûhem le qînit
Xom dexnikênim be likî poşînit
Leser kam dînî dême ser dînit
Gulaley sûrey ser goney yarim
Yexsîrî xemzey çawî be xumarim
Bo rohimit nekird be dilî xembarim
Çon debê wabê lew ’eyameyda
Reşmar pêçî xward bew nemameyda
Gulaley sûrey ser goney yarim
Yexsîrî xemzey çawî be xumarim
Bo rohimit nekird be dilî xembarim
Çendim pê xoşe dest bo gerdinî
Xunçe gulêk bûy boxom demçinî
Gulaley sûrey ser goney yarim
Yexsîrî xemzey çawî be xumarim
Bo rohimit nekird be dilî xembarim
Xozgem be derzî tîjû tenke
Derwazebanî sîngû memke
Gulale sûrey ser gonay yarê
Detgirtim be tîr dwênê êwarê
Kê tefrey dawî berdî lê barê
Detirsim bimirim qebrekem xar bê
Îzra’îl le çing nalem bêzar bê
Gulaley sûrey ser goney yarim
Yexsîrî xemzey çawî be xumarim
Bo rohimit nekird be dilî xembarim
Balaket berze hezim kirduwe lêt
Dû çawî reşt emnî kirduwe şêt
Bexêlîyan nakem xuda dawye pêt
Gulale sûrey ser gonay yarê
Datgirtim be tîr dwênê êwarê
Kê tefrey dawî berdî lê barê