Ayfer düzdaş

hey narim

Bi dengê: Ayfer düzdaş
Diyalekt: Kurmancî
215
Gildir gildir baran e
Îşev şeva yara ne
Yarê lawikê belî ye
Şarê reşîn serî ye
Hey narim de narim
Berva te histûxar im
Ezê kuştim hejandim
Derdê ezê xwarim

Keç meke, meke, meke
Li min ra derdan vemeke
Sondê te ezê xwarim
Îşev min teva xweke
Hey narim de narim
Berva te histûxar im
Ezê kuştim hejandim
Derdê te ezê xwar im

huça huça cûcikan
Helîn daye quncikan
Xwedê canê min hilde
Li ser sînê keçikan

Hey narim de narim
Berva te histûxar im
Ezê kuştim hejandim
Derdê ezê xwar im
gildir gildir= dengê barana xurt e
belî= eşkere, dîyar
şar= laçik, leçke
narim= naçim
ûstûxwar= stûxwar, milkeç
hûçehûç= dengê çûkan e
çûçik= çûk
quncîk= goşe, kunc
berva= li ba, li cem

gelek spas ji bo mamoste Eyyûb Subaşî