Azad Mehmûd

Em Êwareye Zor Sarde

Bi dengê: Azad Mehmûd
Diyalekt: Soranî
205
Em êwareye zor sarde şar bonî befrî girtuwe
Rîşolekan beruxwar dên tem balay goyjey girtuwe

Megerê bêre jûrewedergakem be zor bişkêne
Destit bixe naw sîngimewe dilekem dabgîrsêne
Em êwareye zor sarde şar bonî befrî girtuwe
Rîşolekan beruxwar dên tem balay goyjey girtuwe

Xoşewîstît nabête yad nabête wêne û maçî sard
Egrî û emrî û eşîpoşî min lêt bûmetese ferhad
Em êwareye zor sarde şar bonî befrî girtuwe
Rîşolekan beruxwar dên tem balay goyjey girtuwe

Şanit binêre jêr balim le tarîkîya dexnikêm
Dengidanewey rohî minî bo kwê biroy legelta dêm
Em êwareye zor sarde şar bonî befrî girtuwe
Rîşolekan beruxwar dên tem balay goyjey girtuwe

Telîsmî em ’eşqe petaye çon henasey girtuwetewe
Telîsmî em ’eşqe çiraye çon dinyay roşin kirduwetewe