Kameran Mustefa

Em Êwareye Zor Sarde

Bi dengê: Kameran Mustefa
Diyalekt: Soranî
264
Em êwareye zor sarde şar bonî befrî girtuwe
Rîşolekan berewxiwar dên tem balay goyjey girtuwe

Seferêkim hatote rê seferê rêy hatû nehat
Mal awa şar laney xemim kê dezanê dêmewe lat
Em êwareye zor sarde şar bonî befrî girtuwe
Rîşolekan berewxiwar dên tem balay goyjey girtuwe

Le şewêkda becêm hêştin ke hemûtan le xewda bûn
Le şewêka ke hemûtan le jêr azar twêy şewa bûn
Em êwareye zor sarde şar bonî befrî girtuwe
Rîşolekan berewxiwar dên tem balay goyjey girtuwe

Bo xerîbîm megrî narom leme zyatir namo nabim
Meyêne rêm taze îtir be êwe destixero nabim
Em êwareye zor sarde şar bonî befrî girtuwe
Rîşolekan berewxiwar dên tem balay goyjey girtuwe

Sefer hatote rêm erom be hegbey pir awatmewe
Ey yaran bo hetaheta mal awa ger nehatmewe