Îbrahîm Xeyat

Fatme Dû Çawî Mesitt

Bi dengê: Îbrahîm Xeyat
Diyalekt: Soranî
290
Fatme dû çawî mestit pir le sîhrî cwanîye
Pir şerabî xoşewîstîw ’areqî yezdanîye
Bejnû balaket nimûney heykelî yonanîye
Larû lencet mosîqaye besteye goranîye

Bûkî razawey xeyalim gyanekem sit fatme
Taqe pirşingêkî çawit ewperî awatme

Gerçî dildarî le xakî êmeda efsaneye
Her betenha bo kurî xawen telarû ’aneye
Gyanekem emma dilî min lew dile şêtaneye
Bê ewey hîç şik berê kujrawî ew çawaneye

Her betenha xoşewîstî şik ebem sit fatme
Serwetim nawê bizey to ewperî awatme

Xoşewîstî wa ke namey xwaye bo pêxemberan
Berzû nask wek henasey pir gulawî dulberan
Nek wekû hezkirdinî dînarû gewher perweran
Ew kesaney bo qiranê çende dilyan helweran

Xelqî tir pareperistî ba biken sit fatme
Min be tenya to peristî ewperî awatme

Zor keret wam lê eka daxî derûnî pir girim
Botî helrêjim sikalay naskî germû gurim
Daxekem katê ke dême berdemit waqî wirim
Wam eşêwênê be corê nayelê hîç derbirim