Şehrîbana Kurdî

Şev Çû

Bi dengê: Şehrîbana Kurdî
Diyalekt: Kurmancî
350
Şev çû ma tu êdî hew tê lo
Ez ranazim bê te kengî xew tê lo
Xanî bûye zindan tê de ranazim
Ez ranazim bê te kengî xew tê lo

Şev çû ma tu êdî hew tê lo
Ez ranazim bê te kengî xew tê lo
Xanî bûye zindan tê de ranazim
Ta sibê da qêrîn û nalîn tev tê lo

Tenê hîştim ay dil îşev çima çû
Wî ez kuştim ay dil îşev çima çû
Rabe pey kev ay dil zû wî werîne
Te ez ji vir hîştim ay dil îşev çima çû
Ay dil ma kes nîne mîna wî
Ji boyî çi tim dil dixwaze dîtina wî
Ax dema destê wî li bin serê min
Di min xweş tê gelek hilm û bêhn a wî
Ay dil ay dil ay dil dilê min
Ay dil ay dil ay dil ay dil emrê min

Te ji min dil bir carek min ji te re nedigot na
Te rû kul kir carek min ji te re nedigot na
Çima îro te ji min xeyîdîye
Te bi min çi dikir carek min ji te re nedigot na
Dilê min jî te dixwaze bibîne
Tu pir dûr ketî çavêm te nabîne
Çima roja eşqa ewqas kin bûne
Lê ew şîn a tê jî hertim namîne
Ay dil ay dil ay dil dilê min
Ay dil ay dil ay dil ay dil emrê min