Homer Dizeyî

Helatin

Bi dengê: Homer Dizeyî
Diyalekt: Soranî
288
Destim le kemerit werênim
Bo xwemit rakêşim be tîn
Lêwim le gerdenit helsiwênim
Win bîn le naw dinyay evîn
Firîştew perîman bêne yarî
Daman nên le taqî asman
Estêret bo raxen be dyarî
Hewrîş wekû cêw balîngan
Ger şemal lêy sendîn ew nwêne
Singim bot ekem be serîn
Gonat be mûy sîngim da bêne
Nim nimîş des ka be barîn
Cestey ter le cestem bixşêne
Win bîn le pişt asmanî şîn