Lêm zîz mebe katê helçûm
Herçî elêm, tûre ebim
Belam zor zûş da’emirkêm
Ey gewherî behadarim destit bêne
Be destî xot tûreyî min damirkêne
Ey gewherî behadarim destit bêne
Be destî xot tûreyî min damirkêne
Belam nekey şûşey hestî min bişkênî
’etrî xurbet beserimda bibarênî
Hez nakem çîrokî dûrît bixiwênmewe
Hez nakem goranî xefet bilêmewe
Hez nakem le balay cwanît lêm dabrê
Xwa ezanê le dway to min çîm lê beser dê
Ke to eroy malî dilî min çol ebê
Hemû şitêk bonî xerîbî toy lê dê
Lêm zîz mebe, katêk helçûm
Herçî elêm, tûre ebim,
Belam zor zûş da’emirkêm, lêm zîz mebe