Omer Resûlî

Fatme Dû Çawî Mesitt

Bi dengê: Omer Resûlî
Diyalekt: Soranî
237
Fatme dû çawî mestit pir telîsmî cwanîye
Pir şerabî xoşewîstîw ’areqî yezdanîye
Bejnû balaket nimûney heykelî yonanîye
Larû lencet mosîqaye besteye goranîye
Bûkî razawey xeyalim gyanekem sit fatme
Taqe pirşingêkî çawit ewperî awatme

Gerçî dildarî le xakî êmeda efsaneye
Her betenya bo kurî xawen telarû ’aneye
Gyanekem emma dilî min lew dile şêtaneye
Bê ewey hîç şik berê kujrawî ew çawaneye
Her betenya xoşewîstî şik ebem sit fatme
Serwetim nawê bizey to ewperî awatme

Xoşewîstî wa ke namey xwaye bo pêxemberan
Berzû nask wek henasey pir gulawî dulberan
Nek wekû hezkirdinî dînarû gewher perweran
Ew kesaney bo qiranê çende dilyan helweran
Xelqî tir pareperistî ba biken sit fatme
Min be tenya to peristî ewperî awatme

Zor keret hanim eda daxî derûnî pir girim
Botî helrêjim sikalay naskî germû gurim
Daxekem katê ke dême berdemit waqî wirim
Wam eşêwênê be corê nayelê hîç derbirim
Bûkî razawey xeyalim gyanekem sit fatme
Gwêye bo em raze şil key ewperî awatme