Şehrîbana Kurdî

Heval Kamuran

Bi dengê: Şehrîbana Kurdî
Diyalekt: Kurmancî
333
Sêzdê heval bûn
Destê hev girtin
Serê wan bilind
Çiqa di burtin
Şêrê Kurdistan
Wan tîmê xwîn mij
Dora wan girtin
Serî ne danîn
Heval berxwedan
Heval Kamuran
Şehîdê Kurdan
Şehîd namirin
Dikevin dilan

Çiyayê Stawrê
Bi Darê Mazî
Kurdistan bin des
Her dikê gazî
Şehîdê Kurdan
Xwe şewitandin
Laşê wan tazî
Ji bo azadî
Ji bo serfirazî
Heval Kamuran
Şehîdê Kurdan
Şehîd namirin
Dikevin dilan

Gora şehîdan
Li Nisêbînê
Laşê wan anîn
Hemî bê xwînin
Şehîdê Kurdan
Bêjin dîya min
Ber bilênînê
Ber çavê dijmin
Kurda bibînin
Bêjin bavê min
Sabri bikşînin
Bêri min rabi
Tolê hêlînê
Heval Kamuran
Şehîdê Kurdan
Şehîd namirin
Dikevin dilan