Şehîn Talebanî

Sebrî

Bi dengê: Şehîn Talebanî
Diyalekt: Soranî
345
Eger naweket feramoşim bê
Sifîdî kefen balapoşim bê
Dilekem der bênin birwanin pêye
Be xeyrî naw to hîç nîye têye
Sebrî Sebrî
Sebrî gul firoş gul dane dane
Dilekem bo dileket wêl û weylane
Sebrî bo xatir tekyey Baba Şêx
Memkuje be naz, membire be têx
Sebrî Sebrî

Quranê bêre bîxe dawênim
Min le to ziyatir kes nalawênim
Qesem be quran xetmî kelame
eşqit ta mehşer papendî pame
Sebrî Sebrî
Şert bê le daxit ta rojî mehşer
Bergî azyetît der nehênim le ber
Şert bê le daxt terkî dunya kem
Be wêney Mecnûn rû le sehra kem
Sebrî Sebrî

Eger giyan kêşan wek dûrî to bê
Ya xwa be nesîb gewrî ser ko bê
Bîke be xatir sî cizmey quran
Leme ziyatir memke sergerdan
Sebrî Sebrî
Helgire xencer bîne le cergim
Ewsa bixwêne yasînî mergim
Helgire xencer bîne pamewe
Xwet buwe be hekîm bêre lamewe
Sebrî Sebrî