Şehîn Talebanî

Gerd û Tozekey Ber Maleketan

Bi dengê: Şehîn Talebanî
Diyalekt: Soranî
452
Gerd û tozekey ber maleketan be birjangî çaw emalim
Ger bînayî dû dîyem le des bem, xwa min bigrê ger binalim
Hawar hawar bo kê berim, yar torawe û tenya mawim
Xerîke giyanim boy derçê le tawî eşqî sûtawim

Le ser rêgaket çawerêm kirdî, le serda hatî derkewtî
Dest le naw des yarêkî tir bû, lat lêm nekirdew serkewtî
Dey tuxwa ew dû çawem kwêr bê, xwezya ew sate emirdim
Îtir jiyanim boçî bê, tuxwa bo to wat lê kirdim?!

Reqîb bezeyit be reng zerdim bê, ba layekim lê katewe
Eger wîstit giyan qurbanî bikey, ba giyan danim be latewe
Hawar hawar bo kê berim, yar torawe û tenya mawim
Xerîke gyanim boy derçê le tawî eşqî sûtawim