Daye gyan bigrî le ser xakim kewa şînim dewêZor bigryê daye gyan firmêskî xwênînim dewêMin gulî sed arezûy jînim le xaka xewtuweXakî meydanî xebat rengînî xwênî min buweDamenîşe daye gyan bo hatnî min çawerêDilnya be, besyetî, bo dengî derga megre gwêDaye gyan swêndim be firmêskî geşû êşî dilitDaye gyan swêndim be cewrû meynetî bê hasilitMin demêke cergî sûtandûm henasey serdî gelDilpirî kirdûm xemî deskurtîw rengî zerdî gelHer wekû bêganeyê dil pir le nakamîw girêLem hemû deste nebû destê ke bêw distim girêMin le şarî xom xerîbû bo hemû bêgane xumKotrî kujrawî rêgay lane xum bê lane xom