Bo dwa care becêt dêlim sa malawa azîzekem
Şax û gird û herd ekêlim sa malawa azîzekem
Ax bo amancî rojî rûnak rêgey tarîkî depêwim
Becêt dêlim
Becêt dêlim
Deba bimirim le tofanî derdî dûrî ta firsete
Neka bimirim le rojêka ke serim leser sînete
Deba bimirim le rêgay ’eşq û azadî dil pir xwêne
Wek şerabî camî bed mest be destî xot bimrijêne
Becêt dêlim
Becêt dêlim
Lêm bibûre îtir erom sa malawa azîzekem
Tawê egrîm bo dilî xom sa malawa azîzekem
Lêm bibûre bo dwa care
Legel asoy dem êware
Erom sefer nadyare
Becêt dêlim
Becêt dêlim
Jyanî lawîm her xem bû sa malawa azîzekem
Lem dunyaye her tom kem bû sa malawa azîzekem
Dilim îtir renceroye
Hemû şewê yadî toye
Erom dilim her lay toye
Becêt dêlim
Becêt dêlim