Mîdya Hisên

Bo Dwacare Becêt Dêlim

Bi dengê: Mîdya Hisên
Diyalekt: Soranî
340
Heta zuwe becêm bêle ba toş legel mina nemrî
Ke min ateşgay ’eşq bim to çon bergey sûtan degrî

Le derwazey dilêk mede pencerekanî şika bê
Leser çerpay kesêk menû le ber baranî eşka bê
Min kûxêkî çol kirawem serapa nuqmî lîte û şêm
Detirsim le yekem juwana beser balata birûxêm
Eyamêke becêy hêştûm perî terzêkî gul endam
Bo sebûrî malî çolim leçkekey cê mawe le lam
Toş desrekey(t) becê bêle bo ’eşqî dîde nimnakê
Ba bo miraz nîşane bin wek beydaxî gilkoy çakê
Gilkoy çakê

Bo dwa care becêt dêlim demalawa azîzekem
Şax û gird û herd ekêlim demalawa azîzekem
Hey bo amancî rojî rûnak le rêgey tarîkî wêlim
Becêt dêlim
Becêt dêlim

Deba bimirim le rêgey ’eşq û azadî dil pir xwêne
Wek şerabî camî bewmest be destî xot bîrjêne
Çûnke dilim pir bê le êş îlacî nekirê zamekey
Rû ekeme hawrêkanim çarî nîye be bade û mey
Becêt dêlim
Becêt dêlim

Erom gyana le dûrewe yadî(t) ekem ezanî bo
Sengerekem zor xoş ewê ewîş têkel du’a be to
Becêt dêlim
Becêt dêlim
Bo dwa care becêt dêlim demalawa azîzekem
Şax û gird û herd ekêlim demalawa azîzekem
Hey bo amancî rojî rûnak le rêgey tarîkî wêlim
Becêt dêlim
Becêt dêlim

Çerpa= textî nûstin
Kûx= xanûy biçûk
Lîte= qurî şil
Şê= nim
Miraz= nyaz, mebest