
Ey bejin rêk lence ciwan xawen serinc şêwet perîBo nîgayek wêl û şeydam balî şî’rim helwerîHer ewendem dîwe çawit wa le jêr birjangî reşWek gelawêj şwên mebestin bo serincê al û geşTîşkî rut katê le deryay wirdî endêşem dedaXişlî şî’rim wa derazê bûkî hest ciwantir dekaWek pepûle giyanî tînûm bo qumê etrî nîgatDêt û derwa her şiney dê ta be birjangit bigatCa ke têr bon bû le baxçey dîmenî parawî toTêr mjî xunçey serincî pir gulawî çawî toBû be awazê beramey bestekey çoraye naxXakî wişkî çawerwanîm hate sewzî û bû be baxDêm le çawey eşqî towe bo jiyan hengaw denêmMest debim bew bone xoşe û beste bo çawit delêm