Homer Dizeyî

Cwanî Bê Naw 2

Bi dengê: Homer Dizeyî
Diyalekt: Soranî
249
Qijkalî lêw’alî pirşingî nîgakal
Ey kiçe cwanekey ser gona nextêk al

Ey kiçe mengekey be dengî çipe dû
Gendemûy demuçaw meçek helnegirtû
Ey endam wirdîley nermoley êsk sûk
Ey bergî sakarit dilgîrtir le hî bûk
Qijkalî lêw’alî pirşingî nîgakal
Ey kiçe cwanekey ser gona nextêk al

Raste min rêbwarim, serpêyî erwanim
Belam wa cwanîy to karî kird le gyanim
Elêy nek her êsta ’umrêkî dirêje
Bew destû pencanet birînim sarêje
Qijkalî lêw’alî pirşingî nîgakal
Ey kiçe cwanekey ser gona nextêk al

Kanîyekî rûnî ber tirîfey mangeşew
Le binya bilerzê mirwarîy zîxû çew
Cwantire le lay min le deryay bê sinûr
Şepolî bate ber tîjgî roj şilpû hûr
Qijkalî lêw’alî pirşingî nîgakal
Ey kiçe cwanekey ser gona nextêk al
Qijkalî pêst kalî pirşingî nîgakal
Ey kiçe cwanekey ser gona nextêk al