Qijkalî lêw’alî pirşingî nîgakal
Ey kiçe cwanekey ser gona nextêk al
Ey kiçe mengekey be dengî çipe dû
Gendemûy demuçaw meçek helnegirtû
Ey endam wirdîley nermoley êsk sûk
Ey bergî sakarit dilgîrtir le hî bûk
Raste min rêbwarim, serpêyî erwanim
Belam wa cwanîy to karî kird le gyanim
Elêy nek her êsta ’umrêkî dirêje
Bew dest û pencanet birînim sarêje
Kanîyekî rûnî ber tirîfey mangeşew
Le binya bilerzê mirwarîy zîx û çew
Cwantire le lay min le deryay bê sinûr
Şepolî bate ber tîjgî roj şilp û hûr
Qijkalî lêw’alî pirşingî nîgakal
Ey kiçe cwanekey ser gona nextêk al
Ey kiçe mengekey be dengî çipe dû
Gendemûy demuçaw meçek helnegirtû
Ey endam wirdîley nermoley êsk sûk
Ey bergî sakarit dilgîrtir le hî bûk