Hemîd Osman

Kuştimt Be Lence û Lar û Herdû Çawm

Bi dengê: Hemîd Osman
Diyalekt: Soranî
188
Kuştimit be lencew lar ey zalim ey zordar
Ahû hesretî min meynetîw xefetî min
Hemûy be boney toye to bo min bûyte dujmin

Eroy be îşwe be lence be weznî goranî
Zirey kemeret dê hetakû ber kanî

Bo dûrîte eyrêjim ’eşqî şîrînim be taw
Yadekanit hîç satê lêm win nabin leber çaw
To awatî dinyam bûy malawat kird le nakaw
Derûnim boy çekî sûtawî lê dê
Girî ahim çya tawêne emşew
Le qînî nahezan tuxwa gulî min
Be zamanim çawê bixşêne emşew
Herdû çawim firmêsk rijêne emşew
Sozû nalem ciger sûtêne emşew
Temî zulifit leser rût lade boye
Mangî çwarde bê seruşwêne emşew

Be şaney kirduwe perçem seyr ke
Sileymanî gulawpirjêne emşew
Le mestî çawî mestî to ’ezîzim
Diley mestim bê seruşwêne emşew