Seyd Elî Serdeştî

Horî Merge û Bîtwênê

Bi dengê: Seyd Elî Serdeştî
Diyalekt: Soranî
208
Horî mergew bîtwênê perîzadey pişderê
Dû gozey pê bû dwênê le kanye awî berê
Xoy ba helda leber min ta lêy nekem nezerê
Dugmey berokî tirazaw dû lîmoy kewte derê
Leweta lîmom dîwin cindim hatûne serê

Lew demeyra degerêm be hîç şêxê ça nabim
Hemû gyanim kulîwe be dayme le ’ezabim
Bûme seyrî ’alemê şêtêkî bê hîsabim
Etoş ruhmî xêrit bê çawekem male babim
Xuda lêt qebûl naka ta key lew kareyda bim
Xuda lêt qebûl naka ta key lew haleyda bim

Çarey ew şêt bûney min be toye rohû gyanim
Eto şêxî murşîdîw min dêwaney kêwanim
Şêtî dî be zor dênin min bo xom lêt mîwanim
Bew şêtyey lenêw deçim ewîş le to dezanim
Heqme sed hênde şêt bim bo to aramî dilanim

Perîm hatûne serê çonyan xo nîşan dawim
Eger yarim debînin hemû dêne pêş çawim
Hey le xom lêqewmawê bedbextî lêy rû dawim
Kes le hawarim naye bêkesû lêqewmawim
Çawî cergim kun dekaw biroy debrê henawim

Taze qet meylî nanêm minî şêxî sen’anî
Be yek lehze wergera deykird berazewanî
Bû be şwanî berazan dayna cibey şêxanî
Emnîş awam beser hat dwênê le rêgay kanî
Leber destî dernaçim swênd be xewsî geylanî

Şêtî dî be zor dênin min boxoy lê mîwanim
Şêtî dî hawar deken le ladêyû le şarî
Arezûy çî bê deylê lêy dyar nîye heybû ’arî
Xerapû çak her bîlê herçî dête ser zarî
Hezar xêrxiway wa heye bête yarmetîw karî
Her ew diley min bê bexte be kes ça nabê karî