Mame kurnû, rakşawî girdekey seywanekemSer rehet, dil bê girê, gwê şil ke bo dastanekemMame kurnûy rakşawî girdekey seywanekemSer rehet, dil bê girê, gwê şil ke bo dastanekemSeyre, bezme, helperîne, pir le qaqaw xendeyeNe’retey gwê ker eka, coşû kulî seyranekemErxewan sûre, behare, gulşene, razaweyeDeştû ko rengînû pirşoye wenewşey yanekemXermenî lale le kohsaranû pêdeştû nişêwSûrtire lew xwêne barîwey kulî giryanekemDilberan sirkû benazin, rewtî nermû îstekeSed twanc egrête ahûy deştekey şêrwanekemHelbire çawî numayş têr serincî wird bideWek becêt hêşt wa nemawe şarekey caranekemMame kurnû çî bilêm zyatir lewey «xals» elê:Fêstû rêwîw mêzerû meymûne seyrî banekemWek witim: seyre le bane... ya wekû «nalî» elê:Zîndegîm tale ke zelkaw bê be tîmarxanekem!Kurnû: ehey kurnû, nawî ehmedî kurnuwe le zemanî kak ehmedî şêxa nokî kulanuwe, leber ewey pyawêkî xoş meşrebû qisexoş buwew herekatî seyrû semerey kirduwew bote hoy bezmû pêkenînû xoşî, kak ehmed birdûyetî bo hec. pyawêkî ’aqlû hoşmend buwe... galtey be nahemwarî zemane hatuwe. xelkî şarî silêmanî buwew her lewêş koçî dwayî kirduwe.Ser rehet: mêşk hêmnew be hîç karêkî narewawe xerîkû mandû nîye.Gwê şil ke: gwê bigre.Ne’rete: bo dengû hawarêkî berzû behêz bekar dêtû wek elên: ne’retey şêr ya nerey şêr.Pir şoye: terû tûşe.Yanekem: xanekem, xanuwekem.Sirk: ranehatuwe, destemo nebûn.Êstekey: westanêkî satewextî.Deştekey şêrwanekem: mebest le deştî germyanew kewtote nêwan qelay şêrwaney lay derbendî xanû kifrîw kelar.Çawî numayş: çawî bînayîw temaşa kirdin.Şarekey caranekem: mebest le şarî suleymanîy nazdarû pîroze.Pir le afatî lepir bû: wate pir bû le zyan bexşînû karî tirsinakî kotû pir... zor car ewtirê: em lafawe bê afat, bê wate, bê zyanû bê tirs bêt, bê wey bê.Bête pişkutin demê:Demê: wate bo satêk bipşikuzê.Bê xewî: bêdarî, be xeber, lêreda be watay êşk girtin dêt.Xals: naznawî şî’rî şa’îr.