Îsmaîl Serdeştî

Mame Kurnû

Bi dengê: Îsmaîl Serdeştî
Diyalekt: Soranî
291
Seyre bezme helperîne pir le qaqay xendeye
Ne’retey gwê ker eka coşû kulî seywanekem
Ne’retey gwê ker eka coşû kulî giryanekem
Mame kurnûy rakşawî girdekey seywanekem
Ser rehet dil bê girê gwê şil ke bo dastanekem
Ser rehet dil bê girê gwê şil ke bo giryanekem

Erxewan sûre behare gulşene razaweye
Deştû ko giryanû pirşoye wenewşey wanekem
Deştû ko rengînû pirşoye wenewşey yanekem
Mame kurnûy rakşawî girdekey seywanekem
Ser rehet dil bê girê gwê şil ke bo dastanekem
Ser rehet dil bê girê gwê şil ke bo giryanekem

Xermenî lale le kohsaranû pêdeştû nişêw
Sûrtire lew xwêne barîwey kulî giryanekem
Mame kurnûy rakşawî girdekey seywanekem
Ser rehet dil bê girê gwê şil ke bo dastanekem

Kurnû: ehey kurnû nawî ehmedî kurnuwe le zemanî kak ehmedî şêxa nokî kulanuwe leber ewey pyawêkî xoş meşrebû qisexoş buwew herekatî seyrû semerey kirduwew bote hoy bezmû pêkenînû xoşî kak ehmed birdûyetî bo hec. pyawêkî ’aqlû hoşmend buwe... galtey be nahemwarî zemane hatuwe. xelkî şarî silêmanî buwew her lewêş koçî dwayî kirduwe.
Girdî seywan: benawbangitrîn goristanî şarî silêmanîye ke jimareyêkî zor le zanayanû şa’îranî kurd lewêda nêjrawin.
Ser rehet: mêşk hêmnew be hîç karêkî narewawe xerîkû mandû nîye.
Gwê şil ke: gwê bigre.
Ne’rete: bo dengû hawarêkî berzû behêz bekar dêtû wek elên: ne’retey şêr ya nerey şêr.
Pir şoye: terû tûşe.
Yanekem: xanekem xanuwekem.