Hişmet Lurnijad

Ey Refîqanî Terîqet

Bi dengê: Hişmet Lurnijad
Diyalekt: Soranî
396
Ey refîqan terîqet derdî ’îşqim çare ken
Yan be carê bimkujin cergim be xencer pare ken
Sed hekîm hatû ’elacî em birîney qet nekird
To ’elacî zexmekem ke zûbe luqmanim were
Ey refîqan terîqet derdî ’îşqim çare ken
Yan be carê bimkujin cergim be xencer pare ken

Rojî cejne çawekanim mewsimî azadîye
Bo belagerdanî balat qoçî qurbanim were
Min ke sûtanim nedîwe men’î giryanim meke
’aşiqî rûtim bequrban tîre baranim meke
Ey refîqan terîqet derdî ’îşqim çare ken
Yan be carê bimkujin cergim be xencer pare ken

Herkesê hatû witî min ’aşiqim birwa meke
Ta leser gonay nîşaney zexmî marangez nebê
Çawekem bo rûy fîraqit dil denalê wek rûbab
Bo dû ebrûy mîslî taqit bendî cergim bû kebab